Di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, roja 22.09.2018ê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Nurî Malikî cîgirê serokomarê Îraqê civiya.
Di civînê de paşeroja pirosesa siyasî li Îraqê û danûstanidnên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kirin û rohanî xiste ser pirosesa destnîşankirina serokomarê bû yê welat.
Her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera hemû aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz ku bikaribe aramiya siyasî û xizmetgozariyan li welat dabîn bike û xwestek û berjewendiyên welatiyan bi cî bike.