Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 OCT 2018 17:33 Erbil, GMT +3

Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî li Bexdayê civiyan

SUN, 23 SEP 2018 12:34 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.09.2018ê li bajarê Bexdayê, digel Hadî Amirî serokê Lîsteya Fetih civiya.

Di civînê de her du aliyan pirosesa siyasî li Îaqê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Fedeal li Bexdayê û rêkarên destnîşankirina serokomar û serokwezîrê bên yên Îraqê nirxandin.

Her du alî hevhizir bûn li ser hevahengî û hevkariya navbera aliyên îraqî û parastina pirensîpên hevbeşî, hevsengî û sazan li Îraqa paşerojê daku bikaribe bersiva mafên pêkhateyên Îraqê û xwestekên wan bide  û aramî,  seqamgîrî û xizmetgorariyan dabîn bike.