Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîkayê telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan dike û pê re pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî li Îraqê dinirxîne.
Êvariya roja 22.09.2018ê ku Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bû, Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîkayê tekefona wî kir û her du aliyan pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî û paşeroja pirosesa siyasî li Îraqê gotûbêj kirin û ronahî xiste ser hilbijartina desteya serokatiya parlamentoya Îraqê û hewilên ji bona hilbijartina serokatiya komar û kabîneya nû ya hikûmeta bê ya Îraqê kirin.
Barzanî û Pompoe di peywendiya telefonî de tekîd li ser çirkirina hewilan ji bona serxistin û pêşdebirina pirosesa siyasî li Îraqê kir û hêvî kirin ku qonaxa bê ya Îraqê qonaxa aramiya siyasî û emnî be û hikûmet û desthilata bê ya Îraqê rengvedana xwestek û mafên hemû pêkhateyên Îraqê be.
Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîkayê behsa giringiya rola aktîv û ber bi çav ya Herêma Kurdistanê di beşdarîkirin di pirosesa siyasî li Îraqê û pêkanîna her sê serokatiyan li welêt kir.
Nirxandina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê, pêşhatên dawiyê yên rojeva Îraqê û herêmî bi giştî mijarên din yên peywendiya telefoniya navbera serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Amerîkayê bûn.