Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 08:14 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ber bi paşerojeke geştir û baştir diçe

WED, 26 SEP 2018 21:47 | KRG Cabinet

Êvariya roja sêşemê 20.0.2018ê, di merasimeke bijarte de tunela Geliyê Zaxo ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat vekirin.

Di merasimê de ku hijmareke wezîrên hikûmetê, parlamenter, konsulê Tirkiyeyê li Hewlêrê û berpirsên îdarî yên deverê amadebûn, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyevek pêşkeş kir û eva li jêr beşek e ji peyva serokwezîr:

Gelek xoşhall im ku îro careka dî emê li devera serbilnda Zaxo daku hîn û em hemî pêkve bibîne şahdêt havêtna pêngaveka dî ya girnga xizmetguzarîyê bo vê deverê bitaybetî û bo hemî herêma Kurdistanê û heta bo hemî Îraqê jî bigiştî.

Vekirna vê tunêla dusaydî li ser vê rêka giringa nêvdewletî, ya ku herêma Kurdistanê û Îraqê digel Tirkiye pêkve girê didet, pirojeyeka stratejî ya mezin ya xizmetguzarîyê ye. Ev piroje giringya wê ewe ku ne pirojeyekê asayîye, bi çêkirina vê tunêlê karubarên hawlatî, bazriganî ya navbera Tirkiye digel herêma Kurdistanê û Îraqê dê pêşkeftineka mezin bi xwe re bîne.

Lêre hikûmeta herêma Kurdistanê nêzkî (143) milyon dolara yê bo vê pirojê terxankirî ku dirêjahya wê (sê hezar û şeset metrin). Ev tunêle ku pirojeyeka wezareta avedankirdin û nîştecêkirnê ya hikûmeta Herêma Kurdistanêye, bi serperiştya (rêveberiya rêkûpira li parêzgeha Duhok) ji layê kompanya (Lîmak) ya Tirkiye hatiye encamdan û kompanya (Man Girûp) rêkêt wê çêkirîne.

Min divêt lêre behsa hindê bikem ku serbarî hemû arîşeyêt hatiye pêş, supasîyeka taybetî ya kompanya Lîmak bikem ku sereray barê abûrî û arîşeyêt Herêma Kurdistanê, tenê ji bo demekê kêm wana piroje ragirt û piştira ev piroje ya berdewam bû. Bawerya wan bi Herêma Kurdistanê û baweriya me jî bi kompanya Lîmak dibîte hokar careka dî bibêjîn ku em hîvîdarîn ev karê me îro kirî ji bo vekirina vê tunêlê, destipêkirina peywendîyên stratejî û dirêjxayen bît digel vê kompanyayê.

Rêkê bidene min bi navê hewe û Herêma kurdistanê careka dî sipasya dewleta Tirkiye bikem ku herdem di kawdanêt zehmet da harîkar û piştevan bûyne ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê b şêweyekê giştî.

Em xoşhal dibîn ku dibînîn îro cenabê wezîrê derve ku berî noke b telefonê digel min axfit û hez dikir di vê rêwresmê da beşdar bît, belê jiber sefera wî digel cenabê serok komarî bo New York neşya beşdar bît. Me divêt bi rastî sipasîyeka cenabê wî jî bikem ku xemxorya wî, dûvçûna berdewama cenabê wî liser vî pirojey bibe sedem ku îro em vê pirojê lêre bibînîn dihête vekirn.


Eger em berê xwe bideyne dema despêkirin û encamdana vê pirojê û pirojêt dî yêt wekî vê, dê bînîn ka di serdemekê çendê dijwar da hatiye çêkirn! Demekî bû ku Herêma Kurdistanê di rewşeka alloz û giran da derbas dibû. Bê budceyî, şerê terorê û hatina bi sedan hezar koçber û penabera ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Behdîna bitaybetî, keftina buhayê neftê û alozî û fişarêt siyasî yêt berdewam li Herêma kurdistanê û Îraqê, va hemya Kurdistan êxistibû di rewşeka geleka bi zehmet û giran da.

Temamkirina pirojê û vekirina wê bi şêwekê fermî, nîşanekê mezin yê rabûneva rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê ye. Wê rastîyê diselmînît ku em yê li ser rêka rast berev paşerrojeka baştir û rontir ji bo gelê xwe, gava dihavêjîn. Nîşanê mukumya îrada hihkûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo berev pêşçûnê û xizmeta xelkê Kurdistanê. Ew îrada ku hikûmetê ji piştigîrî û piştevanya xelkê Kurdistanê yê xweragir wergirtî û hêlay ku li ser pêyêt xwe bimînît û nekevît.

Raste, ev tunêle wek cogirafiya li Zaxoye, yekser karîgerîyê li ser bizava hatuçoyê li Zaxo û deverê bitaybetî diket û dê bîte egerê kêmkirna rûdanêt hatuçoyê û parastina zêdetira selametîyê ji bo xelkê deverê, ku rojane û zêdetir vê rêkê bikar tînin.

Jiber hindê, despêkê em vekirna vê pirojê li xellkê zaxo û devera Behdîna bitaybetî, paşê li xelkê Kurdistanê û li Îraqê jî bigştî pîroz dikin. Pîrozbahîê li xellkê Duhok, Amêdî û Akirê, li xelkê Hewlêrê û Silêmanîyê, Helebce û Germyan, Raperîn û hemî Herêma Kurdistanê dikin, ku em piştirastin hemî pêkve dê mifay jê   bibînin.  Encamdana kar û pirroja û xizmetkirna xelkê Kurdistanê, erkê êkem û serekî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Erkê hikûmetê ye û çi minet têda nîne.

Di demekî da ku em yê berev qonaxeke nû gava dihavêjîn û dîmahîya vê heyvê, roja sîhê îlonê xelkê Kurdistanê dê çîte ser sindoqêt dengdanê, careka dî min divêt hewe û hemî xelkê Kurdistanê piştirast bikem ku rojêt zehmet û giran hêdî hêdî derbaz bûn bi xweragirî û têgehştina hewe.

Daxazê dikem hîn hemî pêkve, roja helbijartinê di piroseka ciwan û hêmin û şarstanî da herne ser sindoqêt dengidanê û nûnerêt xwe yêt ku hîn dizanin dê xizmeta hewe ken, dê xizmeta Kurdistanê ken, helbijêjin. Dengidan mafeke ku tivya baş bête bikarînan û encamê dengidana hewe, kar û xizmet û pêşkeşkirina xizmetguzarya û avakirin û pêşvebirina Herêma Kurstanê ne.

cihê vê tunêlê, gelîyê Zaxo, duhî bi dastan û qehremanîyêt pêşmerga, bûye laperekê geşê dîroka me. Hîvîdarîn îro jî bi vê pirojê bibîte dergehekê mezinê xêrê, ji bo pêşvebirina bazriganî û abûrî, bo xêr û xizmeta Kurdistanê û Îraqê digel welatê cîranê me Tirkiye ku hemî gava di tengaviya da harîkarê me bûye.