Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 15:42 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî Kevirê bingehîn ji bo pirojeya cadeya 150 metrî li Hewlêrê dana

WED, 26 SEP 2018 22:24 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hijmareke wezîr, parlamenter, berpirsên hikûmetê û konsul û nûnerên welatên biyanî, roja 26.09.2018ê, kevirê bingehîn yê çêkirina pirojeyê cadeya 150 metrî li bajarê Hewlêrê hat danan.

Di merasima danan kevirê bingehîn ji bo pirojeya çêkirina cadeya 150 metrî li bajarê Hewlêrê, serokwezîr di peyvekê de ew piroje bi pirojeyekî giring wesif kir ku ew cade dê bi awayekî bazineyî li dûr Hewlêrê were kêşan û qerebalixa tirafîka bajêr gelek kêm bike  û tevgera bazirganî jî xurt û hêsan bike. Ev cadeya 150 metrî parelel digel cadeya 120 metrî dê qerebalixa nava bajêr û derdûra bajêr kêm bikin.

Serowkezîr di peyva xwe de behsa danana kevirê bingehîn ji bo rêya dusayîd Roviya-Gopal li parêzgeha Duhokê kir ku ew rê dê ji aliyê grûpa Hêmin Grûp ve bê çêkirin bi dirêjahiya 14 km.

Serokwezîr got ku pirojeya cadeya 150 metrî yek ji dehan pirojeyên hikûmetê ye ku li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê tê çêkirin, lê jiber rewşa êkonomî gelek ji wan pirojeyan hatibûn rawesandin û timamkirina wan texîr bû. Nehezên Herêma Kurdistanê digel pêşkeftin, aramî, avadanî û emniyeta Kurdistanê de nebûn û dijayetîkirineke bibername û bi pilan li pişt qutkirina budceya Herêma Kuridstanê  û ferizkirina şerê DAÎŞê bi ser Herêma Kurdistanê de nizimbûna buhayê neftê   bû. Tevî hatina pêla koçber û penaberan ku nêzîkî du milyonan ber bi bi Herêma Kurdistanê ve hatin.

Barzanî got ku ew pîlan û fişar û kirîza êkonomî û dijayetîkirina Herêma Kurdistanê bi berxwedan û qorbaniyîdana pêşmerge, hêzên emnî û piştevaniya karmend û xelkê Kurdistanê pûç bûn û niha rojên dijwar derbas bûn, hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din dest bi avadanî û pirojeyan dike û pêşxistina welêt berdewam dibe. Tevî rêgiriyan û çêkirina astengan, hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor îmkan û derfetên xwe li ser xizmetkirina welatiyan berdewam bû û di nava van 15 salên dawiy de diyar dibe ku tevê kirîz û astengiyan, hikûmetê di hemû war û sektoran de, gavên mezin ber bi pêş va avêtine.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kir û daxwaz ji hemû kurdistaniyan kir bi awayekî şaristanî û aram beşdariyê di pirosesa dengdanê de bikin, nûnerên xwe hilbijêrin  û bila dengê hemûyan ji bo xizmet, avadanî û pêşxistina Kurdstanê be.

Serowezîr hêvî xwest ku qonaxa bê qonaxa xizmetkirina xelk, aramî, êkonomiyek bihêz û jiyaneke xweştir be û rojên dijwar derbas bûn siberoj ji îro baştir dibe.