Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 03:41 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Biqasî bajaran vejandina gundan jî beşek ji pilana hikûmetê ye

MON, 24 SEP 2018 00:05 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hijmareke wezîrên hikûmetê û berpirs û kesatiyên deverê, roja 25.09.2018 di merasimekê de kevirê bingehîn yê pirojeya rêya cotsayîd ya Roviya-Gopal li parêzgeha Duhokê dana.

Di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û behsa giringiya pirojeyê kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 80 milyon dolar ji bo pirojeyê berdest kirine û nexşeyek saxlem jê re amadekiriye û dirêhajiya wê rê 22km ye. Dema bicîkirina pirojeyê 900 roj in lê rêvebirên kompaniya pirojeyê çê dike zos daye zûtir timam bikin.

Serowkezîr di peyva xwe de wesfa deverê da û got ku ev dever melbenda şoreşan û amadekirina bi sedan hezaran xebatkaran ji bo şoreşên Kurdistanê bûye,  ev dever ji aliyê rijêmên berê yên Îraqê ve hatibû îhmal kirin û hindek dever ji sadetirîn xizmetgozariyan bê behir bûn, ji ber hindê hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir xizmeta deverê kiriye û pirojeyên cuda encam dane, her çiqas li gor daxwaziyên deverê nebûn jî lê di pilana hikûmetê de heya çend pirojeyên stratejîk, di warê geştiyarî, çandinî û samanên jêrerd, li vê deverê dest pê bike.

Serokwezîr got ku bi qasî pêşkeftina bajaran ew dê gundan jî pêşbixin û ev yek beşek ji pilana hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Pirojeya rêya cotsayîd ya Roviya-Gopal dê bandoreke erênî û baş li ser avakirina infrastruktuta aboriya deverê û geşkiririna gund û bajarokên vê deverê hebe û di pilana hikûmetê de heye rêyên din jî li vê deverê dirust bike.

Serokwezîr behsa kirîzên bi ser Herêma Kudistanêd e hatine kir weke; şerê terorîstên DAÎŞ, xerciyên şer û hêzên pêşmerge, hatina nêzîkî du milyon koçber û penaberan bo Herêma Kurdisdtanê, qutkirina budceyê ji aliyê Îraqê ve û nizimbûna buhayê neftê ji bo 25 dolaran, ji ber van hokaran Herêma Kurdistanê kete di rewşekê de ku hemû hewilên wê ji bo xizmetên serekî yên jiyan û aramiyê û jiyara xelkê dabîn bike be, ji ber hindê gelek piroje yên avadankirinê rawestan û derfetên kar kêm bûn, jibilî dirustkirina pirsgirêkên navxwe yên siyasî û sistkirina karê hikûmetê û hewilên ji bo jikarxistina hikûmetê. Di wê rewşê de pêwîst bû hemû alî asayîşa civakî biparêzin û arîşe û berjewendiyên şexsî û hizbî bidin aliyekî, lê belê wan aliyan dirêjî bi siyaseta xwe da. Lê bi piştevaniya xelk û karmendên xweragirên Kurdistanê û dewletên dost, hikûmeta Herêma Kuridstanê hebûna xwe ya şeriî parast û li ser lingên xwe rawest û dûrpêça siyasî û aborî û asîmaî têkşikand.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa çaksaziyan kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, kabîneya heştê, bi awayekî sîstmatîk û li gor pîvanên navdewletî, dest bi  çaksaziyên domdirêj kiriye ku pirojeya Biometri  û  hinartina pirojeyê çaksaziyê ji parlamentoyê re, beşk eşkere ji wan çaksaziyên ji destpêka kabîneya heştê pilan jê re hatibû danan.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hemû wezîr û karbidestên civata wezîran kir, yên di destpêka pêkanîna kabîneya heşt beşdar bûn û yên heta niha berdwam in ku weke yek tîm bi hev re bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmet û îdareya hemû hevwelatî bi hemû pêkhateyan ve ye. Her karekî hikûmeta Herêma kiribe hemû wezîrên kabîneya hikûmetê tê de beşdar bûne karê yek keşî nebûye, yek kes superman nebûye ku bikaribe van karan hemûyan encam bide.

Serowkezîr diyar kir ku hikûmetê xizmetkirina vê deverê jibîr nekiriye, Herêma Kurdistanê di nav tunelek tarî de bû û niha li dawiya tunelê ronahî diyar dike û eger ne piştevaniya hevwelatî, miaşgir û karmendan nebuye dê wê ronahiyê diyar nekraye.