Bengîn Ketanî, roja 27.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, li pêşberî Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, weke serokê nû yê Dadgeha Temîzê sûnda yasayî xwar.
Piştî merasima sûndxwarnê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li hakim Bengîn Ketanî kir ku weke serokê nû yê Dadgeha Temîzê li Herêma Kurdistanê dest bi kar dike û hêvî kir ku ew di erk û karê xwe de serkeftî be, bi tyabetî bicîkirina dadwerî û serweriya yasayê li Herêma Kurdistanê ku gelek caran rastî rexneyê dibe û ji hemû kêmasiyan re çareseriyan bibîne û divê çarçoveyê de hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeya hemû hêsankarî û hevkariyan pê re bike.