Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel John Sullivan cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û şandeya balaya pê re ku ji General Migo Vadel alîkarê serokê desteya Erkanîya Hevbeş, Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê , Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û çend berpirsên din yên diplomasî û leşkerî pêkhatibû, civiya.
Di civînê de, Sullivan, serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û serkeftina pêşmergeyê Kurdistanê bi ser DAÎŞê de, li Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir. Şandeya mêvan piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê tekîd kir û daxwaz kir ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan û hevkariya eminî û aborî berdewam be.
Di civînê de pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraqê hat gotûbêj kirin û her du alîyan hêvî xwest ku hemû serkirdeyên îraqî bi hev re kar bikin daku kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê li gor destûrê bê pêkanîn.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji şandeya mêvan re behsa pirosesa siyasî li Îraqê û berşariya Herêma Kurdistanê di wê pirosesê de û rewşa siyasiya û hilbijartina parlamentoya Kurdistanê kir.