Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 17:18 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de beşdar dibe

SAT, 20 OCT 2018 21:31 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan û Emanuel Macron Serokê Fransayê di peywendiyeke telefonî de rewşa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj dikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emanuel Macron, roja şemiyî 20.10.2018ê, bi telefonê peywendî bi hev re kir û pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê nirxand û serok Macron tekîd li ser pêwîstiya beşdariya hemû aliyên îraqî û bi taybetî aliyên kurdistanî di pirosesa siyasî û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Serok Macron kir ku hertim girigniyê û piştgiriya Herêma Kurdistan û Îraqê dike û tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasî û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de beşdar dibe. Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku têkeliyên Kurdidtan û Fransayê di hemû waran de berdewam bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, herwesa, sipasiya serok Macron kir ku piştî bûyerên oktobera sala borî di aramkirina rewşê wê demê,  destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkan û şikandina ambargya li ser Herêma Kurdistanê, roleke mezin hebû.