Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 21:27 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Îmaratê dike

SUN, 28 OCT 2018 16:58 | KRG Cabinet

 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 28.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Raşid Almensurî Konsulê giştiyê Îmaratê ku, bi armanca bidawîhatina wezîfeya wî û ji bo xwatirxwastinê serdena serokwezîr kiribû, kir.

Elmensurî sipasiya serokwezîr û saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dem karkirina wî de  hevkarî û hevahengî pê re kiriye û ew yek jî bû sedema serkeftina kar û çalakiyên wî û xurtkirina têkeliyên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê û tekîd li ser wê yekê kir ku welatî wî girinigiyeke mezin bi têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re dide.

Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Raşid Almensurî li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di xurtkirina têkeliyan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan,  di salên dijawarên borî de, bilind nirxand  û hêvî kir ku d ku di karê xwe yê nû de serkeftî be.

Serowezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Îmaratê re dide û hevkarî û hevahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê   bi konsulê nû yê Îmaratê re nîşanda.

Rewşa herêmî û çend pirsên girêdayî rewşa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê çend mijarêndin yên civînê bûn.