Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 16.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Andrew Peek cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê û şandeya pê re civiya.
Di civînê de, baştirbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşkeftinên Herêma Kurdistanê di hemû waran, bi taybetî di warê siyasî û aborî de, serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Îraq û Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekîd li ser zêdetir pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayî, beşdarîkirina Herêma Kurdostanê di pirosesa siyasiya Îraqê de bi awayekî aktîv û berdewamiya têkeliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, kir.
Barzanî û Peek pêşwazî li biryara hikûmeta Îraqa Federal ya di warê hinartina nefta Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kuridtsnê hat digehe Tirkiyeyê ku ji bo sertaserî Îraqê mifayekî baş heye, kir.