Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi peyamekê roja jidaykbûna hezretê Pêxember Mihemed (silavên Xweda lê bin) pîroz dike û ev li jêr teksta peyamê:
Bîranîna roja jidaykbûna hezretê Pêxember Mihemed (Silavên Xweda lê bin) li timama misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz be.
Em hêvîdar in ev roje bi xêr û xweşî ji bo hemûyan vegere û hemû alî vê rojê bikin derfetek din ku bi hev re ji bona zêdetir kûrbûna kultûr û canê aşitiyê, lêbihurînê û mirovdostîyê di nava pêkhateyên Kurdistan, Îraq û cîhana îslamî bi giştî bi cî bibe, kar bikin.
Careke din ev bîranîn li hemû misilmanan pîroz be
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
19.11.2018