Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 10 DEC 2018 06:58 Erbil, GMT +3

Nêçîrvan Barzanî: Divê jin li hember tundûtûjiyê dengê xwe bilind bikin

MON, 26 NOV 2018 23:24 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr, parlamenterên Kurdistanê, Jan Kobîş nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê, konsul û nûnerên welatên biyanî û çalakvanên jin, roja 25.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, kampaniyaya niştimaniya salane ya ji bo nehêlana tundûtûjiya dijî jinan li Herêma Kurdiastanê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

Di merasima ragehandina kampanyaya niştimaniya nehêlana tundûtûjiya dijî jinan li Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyvekê de bixêrhatin li hemû beşdarên mersimê kir û pîrozbahî li jinên Kurdistanê kir ku rojane bi awayekî biwîrane rûbirûyê tundûtûjiyê dibin, herwesa, pîrozbahî li jinan kir ji bona wan destkeftiyên di dema temenê hikûmeta Herêma Kurdistanê de bidest anîne:

- Eger wan destkeftiyan digel ew tundûtûjiya îro çê dibe, berawird bikin, em dê bînin, bi taybetî di warê guhertina yasayan de, pêşkeftinên mezin bi dest hatine ku çênabe ew destkeftî nehên dîtin, yan ji buhayê wan kêm bikin.

- Pirsa jinan yan jî pirsa tundûtûjiyê, pirseke kultûrî ye ku eve gelek sale li ser he ketiye. Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bi tenê nikarin di vî warî de kar bikin eger nekevine bin guvaştina jinan. Ew nermiye li ba me heye ku li jêr wê guvaştina jinan de ji bona berjewdndiya wekheviya nêr û mê, gavan pavêjin.

Serokwezîr got ku ji sala 2000ê were hikûmetê komeke pirojeyan xistin ber parlamentoyê û parlamentoyê jî yasayên pêwîst ji bona piştevaniya mafê jinan di warê berhingarbûna tundûtûjiyê de derkirin ku niha saziyên tabet bi xwe hene û şideta li dijî jinan dişopînin. Çi ji destê hikûmetê hatibe ji bo piştevanîkirina rêxistinên jin û afretan kiriye. Xeta germa 119 ya rêvebiriya berhingarbûna şideta li dijî jinan bi hevkariya UNFPA li sertaserî Herêma Kurdistanê berdeste. Senterên rawêjkariyê ji bo malbatan bi hevakriya ajansaên UN hatine vekirin û di warê yasayî, derunî û civakî de şîret û rênîşanderan pêşkeş dikin:

- Me, li Herêma Kurdiostanê, rê xweş kirye ku regezê mê li hemû warên giştî yên îdarî, civakî û siyasî de jin werin pêş û rola xwe bibînin. Weke hûn jî dibînin ev beşdariya jinan di hilbijartinên giştiyên parlamento û civata wîlayetan û şaredariyan de zelal û ber bi çav e. Siyaseta Herêma Kurdistanê, çi weke hikûmet û çi weke aliyên din nav civaka Kurdistanê, roleke gelek zêde lîstiye ku jin li Kurdistanê çalaktir û azatir di hemû waran de bihên dîtin, bi taybetî di warê xwendin û karkirinê de. Îroj di nava saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de çi feriq  û cudahî di navbera regezê mê û nêr de nîne.

- Me gelek caran guh li hindek  gileyîyan dibe ku dibêjin yasa û rênîşanderên hikûmetê yên di war parastina mafê jinan de weke pêwîst nahên bicî kirin. Li ser vê yekê ez dixwazim ji we re behsa vê rexneyê bikim û mînakekê bidim:
Eger li nav civaka Kurdistanê hêşta jin ji derveyî dadgehê bê mare kirin ku bav, bira xizim û kesûkar wê, wî karî dikin, herwesa mamosteyên olî marebirînê bi cî bike, yan hindek caran jî yên firejiniyê peyrew dikin ku ew bixwe kesên xwandevan û rewşenbîrin, yan kadiroyên ragehandin û mamoste bin, pirs li vêr eve: yasa di vê meseleyê de çi bike û çawa vî xelkê hemûyê ceza bike.?
Barzanî got ku bila keç, jin û afretên Kurdistanê bi rêya mediyayê dengê xwe bilind bikin. bila li hember hemû binpêkirinek û diyardeyeke paşkeftî tevbigerin û wan diyardeyên paşkeftî şermezar bikin. bila bzanibin hikûmet bi tenê nikare vî karî bike. Serokwezîr daxwaz ji saziyên mediyayê, mamosteyên olî di warê berhingarbûna tundûtûjiya dijî jinan de zêdetir rola xwe bilîzin.

Mamosteyên olî û îmamên mizgeftan bi çavekeê serdemane li rewşa jinan binêrin:
- Mamosteyê mezin Ehmedê xanî di şakara xwe ya mwzin de (Memûzîn) behsa vê azadiyê kiriye û gotiye; min ev çîrok çima nivîsî heta xelkê nenas û biyanî nebêjin keç û korên kurd di warê wekhevî û hasten evînê de wekhev nebûn.

Da xeliq nebêjin kw ekrad
Bê meirîfetin, bê esil û binyad
Hem ehlê nezer nebên ku kurmanc
Îsqê nekirin ji bo xwe armanc

Serokwezîr behsa rola Şêx Ebdulselam Barzanî di vî warîd e kir û got:

- Li serdema Şêx Ebdulselam Barzanî de ji bona nehêlana çewsandina jinan gelek rênîşander dan weke: nehêlana firejiniyê, gotina keçê di dema şûkirinê de li ber çavan bê giritn, pisa zewaca biçûk bi mezin ku mixabin hêşta li hindek deverên civaka Kurdistanê berdewam e û diayrdeyeke gelek neşirîne.

- Jinên Kurdistanê di dîroka bizava rizgarîxwaza gelê me da, gelek zilim û bindestî dîtiye, çi li zindanên rijêma Basê û çi jî li dema operasyonên Enfalan li  sala 1983ê ya barzaniyan yan jî Enfalên sala 1988ê, eger bi tenê dîrok bikaribe wan çîrokan ji bo nifşê nû vegêrin, xeleka dawiyê ya vê zilmê jî êrîşa hovaneya DAÎŞ sala 2014ê li ser jinên êzidiyan kirî, bû. Ev jî birîneke li ser laşê civaka Kurdistanê ku bi hêsanî çareser nabe.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî careke din pîrozbahî li Nadye Mura wergira xelata Nobel ya aşitiyê  ku weke hêmayek ji bo çewsandina jinên êzidî, kir