Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 01:41 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî digel şandeyeka Fransayê dicive

SUN, 25 NOV 2018 19:19 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 25.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya parlamentoya  Fransayê ku, ji Balyozê Fransayê li Îraqê, konsulê Fransayê li Hewlêrê, seroka komisyona têkeliyên derve û bergiriyê li parlamentoya Fransayê û hijmareke parlamenterên fransayê pêkatibû, kir.

Talebanî sipasiya gel û hikûmeta Fransayê kir ku hertim digel gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevan û hevaheng bûn û behsa helwesta serokê Fransayê Macron kir ku sala borî dema Herêma Kurdistanê di rewşek dijward e derbas dibû, pişetvaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Cîgirê serokwezîr behsa hikûmeta nû ya Îraqê kir û got ku hikûmeteke nû li Îraqê bi serokatiya Adil Ebdulmehdî pêkhatiye ku ew kesatiyek baş û minasib e, hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi hikûmeta nû ya Îraqê re hemû pirsgirêkên hilawîstiyên anvebra Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike.

Talebanî got ku pirsgirêkên her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdisanê pirsgirêkên hevbeşin, bi taybetî dosyeya terorîstên DAÎŞê, DAÎŞ bi tenê ji aliyê çek û leşkerî ve bidawî nahêt û nehatiye, pêwîste di warê fikrî û îdolojî de bi dawî were. Divê hukimdarî li Îraqê baştir bibe û xizmeta hemû deverên cihê bê kirin bê cudahî, eger îdareya hikûmetê baş nebe hîngê milet jî aram nabe.

Cîgirê serokwezîr diyar kir ku piştî hilbijartinan, Herêma Kurdistanê di qonaxeke nazik  de derbas dibe, bihêviya ku aliyên siyasî di demke zû de bikaribin hikûmetek nû pêk bînin û berdewamiyê bi wan çaksaziyan bidin yên ku hikûmtê di van çar salan de dest pê kirine.

Mijareke din ya civînê pirsa koçber û penaberan bû û Cîgirê Serokwezîr behsa rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku hêşta hijmareke zêde ya koçberên naverasta Îraqê li Herêma Kurdistanê hene û pêwîstiya wan bi hevakrî û alîkariyan heye.