Bi minasibeta wefabûna serokê berê yê Amerîkayê George H.W. Bush, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersdaxiyê ji malbata wî û George Bush Serokê berê yê Amerîkayê re şand.
Teksta payama sersaxiyê:
Bi boneya wefatbûna serokê berê yê Amerîkayê George H.W. Bush, em ji malbata wî ya birêz û bi taybetî, ji serokê berê yê Amerîkayê birêz George W. Bush, dost û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Di vê kêlîka bi kovan da, em bi we re hevsoz û hevxem in, Xwedayê mezn sebir û aramiyê bi hemûyan bide.
Gelê Kurdistanê rola Serok Bush ê bav bi qedir û rûmet dinirxîne ku sala 1991ê rola sereke di pêkanîna Devera Dijefrîn li Herêma Kurdistanê hebû û xelkê Kurdistanê ji sitem w dijminkariya rijêma Bassê parast û bo sedema vejîna Herêma Kurdistanê.
Serok Bush ê bav dê hertim di bîranînên gelê Kurdistanê de bi zîndî bimîne,
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
02.12.2018