Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 19:26 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Dr. Cemal Nebez bi berhemên xwe zindî dimîne

SUN, 9 DEC 2018 03:47 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi boneya koça dawiyê ya pirefesorê kurd, Cemal nebez, di peyamekê de ji malbat, dost û hevbîrên mamoste Cemal Nebez re sersaxiyê dixwaze û dibêje ku xwedêjêrazî berhemên xwe hertim zîndî dimîne.

Teksta peyama Serokwezîr Ji bo malbata xwedêjêrazî pirefesor Dr. Cemal Nebez

Mixabin, îro me nûçeya koça dawiyê ya bîrmend, zanistkar û nivîskarê navdarê neteweya me pirefesor Dr. Cemal Nebez, bihîst.  Bi vê boneya xemgîn, em ji we yên birêz re û ji hemû, xizim, dost û hevbîrên Mamoste Cemal Nebez re sersaxiyê dixwazin, ji Xwedayê mezin daxwazê dikin ku sebir û tehemulê bi hemû aliyan bide. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona her hevkarî û alîkariyeke di warê mersimên veşartian cenazê de amade ye.

Mamoste Cemal Nebez, zanistkarekê mezin yê gelê me bû, di bizava hizrî û ramiyariya kurd da di warê nasandin û piştevanîkirina şoreşên Kurdistanê da û daxwazên rewayên miletê me li diyaspora û li navendên rewşenbîrîyên Ewropayê de, herwesa di pêş xistina hizir û hişiyariya neteweyî de roleka ber bi çav hebû.

Kitêb û berhemên wî yên  di warê hizrî, rewşenbîr û zimanî de, wisa dikin ku yad û navê pirefesor Dr. Cemal Nebez hertim bi zîndî bimîne. bîranîna wî bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî

Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
08.12.2018