Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 06:35 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digel Balyozê Brîtanyayê dicive

MON, 10 DEC 2018 14:03 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 10.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşawazî li Jon Welks Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û şandeya pê re kir, ku ji Lord Fransis Mod û Martin War Konslê giştiyê Brîtanyayê li Hewlêrê pêkhatibû.

Di civînekê de, Balyozê Brîtanyayê behsa dawî pêşhatên herêmî yên di warê siyasî û emnî de û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û tekîd li ser berdewamiya piştevaniya hikûmeta Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û diyalog navbera Hewlêr û Bexadyê kir û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku heyameke di warên cuda dest pê kiriye, bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Brîtanyayê ku di dem û rewşên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, kir û bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa karname û pirograma berê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê  û pirosesa çaksaziyê  di saziyên hikûmeta de kir  û got ku hikûmet lêdixebite li ser çaksaziyan û zêdekirina çavkaniyên dahatiniyê di sektora gişrî û taybet de berdewam be.

Çend mijarên girêdayî rewşa giştî, zêdetir pêşdebirina têkeliyên Hewlêr û Londonê û xebatên ji bona zêdetir vejandina rewşa aboriya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.