Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 17.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Brett McGurk Şandiyê taybetiyê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî DAÎŞÊ , Duglas Siliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.
Pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraq û deverê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, piştevanîkirina hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê li pirosesa siyasiya Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexadyê û danûstandinên navbera hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna navbera Barzanî û McGurk de hatin gotûbêj kirin.
Bret McGurk pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye kandîd kirin û jê er serkeftin xwest.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku diyaloga navbera hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê berdewam e û tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta nû ji hêzên serekî pêk dihêt.
Çend pirsên din yên gerim derbarê Herêma Kurdistanê. Îraqê û deverê m herwiha û têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê mijarên din yên civînê bûn.