Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 20:07 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Hewlêrê Serowkezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Holendayê dicivin

TUE, 18 DEC 2018 23:44 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Stef Blok Wezîrê Derve yê Holendayê û şandeya pê re ku ji Balyozê Holendayê li Îraqê û Konsulên wî welatî li Herêma Kurdistanê pêkahtibû, kir.

Stef Blok kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û rola xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan, bilind nirxad û got ku Holenda dê li ser pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyên însanî û leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî rêxistina wezareta karûberên pêşmerge,  berdewam be.

Şandeya mêvan got ku Holenda amadeye di warên cuda da û bi taybetî di warê çandin û aborî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike û di vê çarçoveyê de di paşerojê de dê gelek semînar û konferns çê bin. Derfetên baş yên sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê hene û Holenda dixwaze di warê bazirganî de têkeliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re zêdetir berfireh bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkariyên berdewamên Holendayê, weke beşek ji Hevpeymanan ji bo Herêma Kurdistanê, di warên mirovî û leşkerî de kir û hêvî xwest Holenda di warên din jî de bi taybetî di warê çandnê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Serowkezîr diyar kir ku li Herêma Kurdistanê di warê aborî  û bazirganî de ji bo şirket û kompaniyên biyanî derfetên baş hene û sermayerazandina biyaniyan li Herêma Kurdistanê bi yasa û qanûn ew derfet haitne rêxstin.

Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Bexdayê û danûstanidnên ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Weke tê zanîn di civînê de; Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.