Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 16:38 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digel Balyozê Japonê dicive

WED, 19 DEC 2018 00:51 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê nû yê Japonê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku Konsulê giştiyê Japonê li Herêma Kurdistanê û hijmareke diplomatkaran amade bûn, Balyozê Japon hêvî xwest ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên peywendîdar li ser hevahengî û hevkariyan ji bo kar û çalakiyên sefaretxane û konsulxaneya japonê berdewam be. Wî got ku welatê wî Japon giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dide û dixwaze wan têkelyina di hemû waran de pêş bixe.

Balyozê Japonê beşdarîkirina Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasiya Îraqê de bilind nirxand û hêvî kir ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê bên çareser kirin û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi danûstandinan bê pêkanîn.

Nêçîrvan Barzanî ji Balyozê nû yê Japonê re serkeftin xwest û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên peywendîdar hevanegiyê pê re dike û got ku Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi Japonê re dide û hêvî kir ku ew têkelî berdewam bin. Serowkezî sipasiya Japonê kir ku Herêma Kurdistanê ji encamdana pirojeyên xwe yên sertaserî Îraqê bê par nekiriye.

Serokwezîr behsa beşdariya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistnê di kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de kir û hêvî xwest ku pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê bên çareser kirin, Barzanî got ku diyaloga di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna himeta nû berdwame.