Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.12.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Almanyayê û şandeya pê re kir.
Wezîrê Derve yê Almanyayê rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de, pêşwazîkirin û hewandina hijamreke zêde ya koçber û penaberan û pêşketinên berdewamên Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekîd li ser berdewamiya hevkarî û alîkariyên welatê wî ji bo Herêma Kurdistanê û pêşdebirina têkeliyan kir.
Şandeya mêvan got ku vegera koçber û penaberan ji bo deverên wan pêwîstî bi aramî û avadankirina deverên wan heye û Almanya giringiyê bi vê pirsê dide û pêwîste hemû alî ji bona çareserkirina pirsgirêkên koçber û penaberan hevkar û alîkar bin daku ji bo xelkê Îraq bi giştî û çîna ciwanan bi taybetî jiyaneke baştir biafire.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya vê serdanê û alîkariyên Almanyayê yên di warê mirovî û leşkerî de û şikandina ambargoya parsal li ser Herêma Kurdistanê hebû kir û hêvî xwest ku ew hevkarî berdewam bin, Barzanî serdana berpirs û şandeyên bilind yên Almanyayê bo Herêma Kurdistnê di dem û rewşên dijwar de weke nîşana piştevaniyê li Herêma Kurdistnê wesif kir û hêvî xwest ew têkelî di hemû waran de berdewam bin.
Serokwezîr sipasiya Almanyayê kir ku hijmareke mezin ya pêşmergeyên birîndar çareser kirine û jinên êzidî ji destê DAÎŞê rizgar kirin û ji bo çareseriyê birine Alamnyayê û deriyên xwe li pêşiya hijmareke mezin ya penaberên êzidî vekirine. Sipasiay sefaretxaneya Almanyayê li Bexdayê û konsulxaneya wê li Hewlêrê kir ku roleke ber bi çav hebû di pêşxistian têkeliyan da.
Pirosesa siyaysî li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşbîniyên qonaxa bê, rewşa koçber û penaberan, aboriyeke bihêz ji bo Îraqê, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa avadankirinê digel Îraq û civaka navdewletî, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêkvejiyan û lêbihurînî û berhemanîn û sermayerazandin li Herêma Kurdistanê di civînê de hatine gotûbêj kirin.
Di civînê de, Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîr, Balyozê Almanyayê li Îraqê û Konsulê wî welatî li Hewlêr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmet, amade bûn.