Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 12:19 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Naveroka pireskonferensa Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Almanyayê

WED, 19 DEC 2018 23:11 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Heiko Mass Wezîrê Derve yê Alamnyayê piştî civîna roja 18.12.2018ê, di pireskonferensekê de behsa naveroka civînê kir û bersiva pirsên rojnamevanan dan:

Nêçîrvan Barzanî got:

- Serdananên berê û yên niha yên berpirsên  û şandeyên balayên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di demên dijwar de, nîşana piştevanîkirina Herêma Kurdistanê ye û ev serdan cîyê dilxweşiya xelkê Kurdistanê ne. Ez gelek sipasiya parlamneto û hikûmeta Almanyayê dikim ku di şerê dijî  DAÎŞê de weke aliyek aktîv di Hevpeymaniya Navdewletî de bi hinartina çek û çebilxanyê û meşiq û rahînana pêşmerge û hêzên Îraqê û encamdana çaksaziyên di wezareta Pêşmerge de hevakriya me kirin.

- Almanya roleke ber bi biçav di sivikirina kirîz û aloziyên sala borî de li Herêma Kurdistanê hebû, Parsal di van rojan de  me ew şeref hebû ku ez û kak Qubad Talebanî ji aliyê Agela Merkel rawêjkara Almanyayê ve hatin pêşwazî kirin. Alamnya û Fransa deriyê siyasî li pêşiya Herêma Kurdistanê vekirin û em sipasiya wan dikin.

- Em gelek sipasiya Almanyayê dikin ku hijmareke mezin ji jinên êzidî rizgarbûyên destê DAÎŞ birine Almaniya çareseriya nexweşiyên derunî jê re dikin. Almanya gelek penaberên êzidî wergrtin û alîkariya wan kirin. Em sipasiya wezareta geşepêdan û hevahengiya aborî ya Almanyayê, roxistinên hikûmî û yên enhikûmî bi taybetî GIZ û THW dikin ku hevkariyên mirovî pêşkeşî koçber û penaberên li Herêma Kuridstanê hene, kirin.

- Em sipasiya sefaretxaneya Almanyayê li Bexdayê û konsulxaneya wê li Hewlêr dikin ku roleke ber bi çav di bihêzkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de listiye .

Wezîrê Derve yê Almanyayê sipasiya Herêma Kurdistnê kir ku hijmareke zêde ya penaberên Suryê û koçberên Îraqê ji bhemû pêkhateyan wergirtine û Herêma Kurdistanê ji wan re bûye hişareke aram. Almanya giringiyeke mezin bi aramî û seqamgiriya Îraq û herêmê dide. Ew deverên ji bin destê DAÎŞê hatine rizgar kirirn ber bi aramiyê ve dicing û zêdetir ji çar milyon koçberan ji bo ser mal û warên xwe vegriyane.
Heiko Mass rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirgirêkan da û dîtina çareseriyên minasib û aşityane ji bo pirsgirêkên hene bilind nirxand.

Di bersiva pirsekê de li ser berjewendiyên Almanyayê li Herêmê, Heiko Mass got ku welatê wî berjewendiyên mezin di hebûn û parastina aramî û aşitiyê li Îraq û Herêma Kurdistanê hene, ew aliyên ku beşekin ji pirsgirêkan divê rewşê normal bikin  û ji bona kêmkiirna nakokiyan û arîşeyan bi awayekî ku rewş be bi aloztirbûnê neçe, bi hve re kar bikin. 

Li dor rewşa Suryê, wezîrê derve  yê Almanyayê got ku ew haydarî civînê  Cinêv û amadekirina destûrek nû ji bo Suryê ye, divê hemû bi hev ji bona pêkanîna komîteya amadekirina destûra nû bixebitin û ew komîte li jêr çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de kar bike, divê pirosesa siyasî li Suryê dest pê bike.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de li dor rewşa Suryê got:

- Em, weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê baweriyê dane ku ew kirîza li Suryê heye divê bê çareser kirin, ew kirîz bi tenê bi rêya siyasî çarese dibe. Ji bona nivîsîna destûrê hindek gav hatine avêtin û em hêvîdar in ji bona ew kirîza siyasî û însanî li Suryê heye bi dawî bêt û ev yek destpêkek be. Ji bilî çareseriya siyasî tu çareseriyên din ji bo kirîza Suryê nîne.

Di bersiva pirsekê da ka Herêma Kurdistanê çawa dikare sud ji têkeliyên bi Almanyayê re werbigire, serokwezîr got:

- Almanya çi di çarçoveya Hevpeymaniya Nvadewletî de,  çi jî di warê însanî  û çi jî di warê leşkerî de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û îro jî me digel cenabê wezîr tekîd li ser vê yekê kir û ji bona wan alîkariyan, me sipasiay wan kir. Almanya di warê mirovî û di warê çareseriya wan kêsên rastî arîşeyan bûn alîkarî kiriye, ne bi tenê Almanya lê welatên din kjî li gor îmkanên xwe alîkariya herêma Kurdistanê kiriye.