Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 20.12.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kerîm Esied Seîdxan Şîretmendê taybet û Serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên rêxistina DAIŞÊ li Îraqê û şandeya pê re kir.
Kerîm Seîdxan ji Serokwezîrê Kurdistanê re behsa kar û çalakiyên tîma xwe kir û got ku ew, bi hevkariya her du hikûmetan; hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona amadekirina nexşerêya encamdana erkên xwe kar dikin. Ew tîma navdewletî di çarçoveya biryar û raspardeyên Encumena Ewlekariya Navdewletî kar dikin û tawanên DAÎŞê ji nû ve kom dike ku tawanbarên DAIŞÊ lêpirsîn pê re bihê kirin û bigihin sizayên xwe.
Nêçîrvan Barzanî got ku, destpêkirina kar û çalakiyên Tîma Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên DAIŞÊ li Îraqê cihê dilxweşiyê ye û Hokûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî hêsankarî û hevkariyê bi vê tîmê re bike.