Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 22:53 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hindistan di warê aborî de berê xwe dide Hewlêrê

THU, 20 DEC 2018 22:17 | KRG Cabinet

Şandeyeke balaya Hidistanê di warê pêşesazî, sermayerazandin û saxlemiyê de, digel Piradîp Sîng Balyozê Hidistnê li Îraqê û Çandiramol Kêrin Konsulê vî welatî li Herêma Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kirin û roja pêncşemê 20.12.2018 li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Şandeya Hindistanê got ku ji ber ku derfetên baş yên sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê, Hindistan dixwaze digel karsazên Herêma Kurdistanê têkelî yên xwe xurt û berfireh bike û di warên cuda de sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî got ku niha hijmareke kompanî û welatiyên Hindistanê li Herêma Kurdistanê bi awayekê rêk û pêk karên xwe encam didin û di paşerojê jî de her kompaniyeke hindî bixwaze li Herêma Kurdistanê kar bike, hikûmet pêşwaziyê jê dike û ji bo encamdan karên wêm hêsankariyan jê re dike. Ev yek jî dibe sedema xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan û di vê çarçoveyê de Serokwezîr sipasiya Balyoz û Konsulê Hindistanê kir.