Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 12:13 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî tevî Serokwezîrê Vatîkanê civiya

SAT, 29 DEC 2018 13:00 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 2018/12/27 pêşwaziya Cardinal Pietro Parolin Serokwezîrê Vatîkanê û şanda pê re kir.

Serokwezîrê Vatîkanê kêfxeşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û hevdîtina tevî Serokwezîr Barzanî nîşanda û ji bona bi hev re jiyana aştiyane û lêbihurîna ku li Kurdistanê heye, pesna Herêma Kurdistanê kir û rola Serkwezîr giring nirxand û piştîvaniya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê xuyakir.

Parolin spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya hijmareka zêde ya koçber û penaberan kirine, bi taybetî Kirîstyanan.

Her du aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya vergryana Krîstiyanan ji bo ser mal û cihên xwe û dabîn kirina asayiş , xizmetkariyê ji bo deverên wan kirin.

Serokwezîr Barzanî bi spasî kirina vê serdanê, xuya kir Kirîstiyan pareka giring û sereke ji civaka Kurdistanê ne reh û rîşalên kevnar û dîrokî di vî welatî de hene û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî ji bo bi cih anîna bingeha bi hev re jiyan û hevdu qebulkirinê dixebite.

Her du aliyan, di vê hevdîtinê de, behsa rewşa Kirîstiyanan li Îraqê û Herêma Kurdistanê, têkilî yên navbra Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên siyasî û paşeroja pirosesa siyasî li Îraqê kirin. Herwiha pêdagirî li ser pêwîstiya bi cih anîna destûra Îraqê kirin.

Barzanî û Parolin  li ser vê yekê hevdeng bûn ku çareseriya serbazî ji bo jinav birina tundî û terorê bes nine û divê li warê hizrî, perwerde û kultûrî pêşiya tundî û terorê bihê girtin.

Li dawiyê jî behsa rewşa deverê, bi taybetî pêşhatên Sûryê kirin.