Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 21:00 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digek şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê dicive

MON, 28 JAN 2019 13:50 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 27.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Andrew Peek Cîgirê alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê  û  Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya bi wan re kir.

Adrew Peek kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina beşek ji pirsgirêkên bi Bexdayê re ku bûne sedena pêşveçûna têkeliyên navbera her du aliyan da, bilind nirxand.

Xebatên ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û cvînên aliyên siyasî div ê çarçoveyê da, têkeliyên dualî, piştgirî û alîkariyên Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsya careke din serhildana DAÎŞê li deverê hatin gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Amerîkayê kir ku hevkarî û piştgirya Herêma Kurdistanê dike, ronahî xiste ser pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê û behsa kar û çalakiyên  Douglas Silliman Balyozê Amerkayê li Îraqê ku wezîfeya wî li Îraqê bidawî tê, kir û hêv jê ra xwest ku di wezîfeya xwe ya nû da serkeftî be.

Rewşa û pêşhatêndawiyê yên herêmî û yên girêdayî Rojhilata Navîn mijarên din yên ciivînê bû ku tê da Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.