Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 03.02.2019ê li Bexdayê, digel Adil Ebdulmehdî Serowkezîrê Îraqê civiya.
Di civînê de her du aliyan tekîd li ser çareserkirina pirsên hilawîstî kir û hemû aliî li gor yasa û destûrê tevbigerin jibona ku Îraq aram bibe.
Serdana Talebanî ji bo Bexdayê li ser daweta Nawenda Rafêdeyn ji bo Diyalogê ye daku beşdariyê di Dîdara Rafîdeyn ya navdewletî a sala 2019ê bike ku yekem care li Bexdayê bi beşdariya serokatiya Îraq û nûnerên çend welatan û hijmareke ber bi çav ya wezîr, peralmenter, siyasetvan, rewşenbîr û akademîsyen anvxwe û biyanî saz dibe.
Di berdewamiya serdana xwe ya bi Bexdayê , Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 04.02.2019ê digel Mihemed Helbûsî serokê parlamentoya Îraqê civiya.
Di civînê da gotûbêj li ser têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên rewşa siyasiya Îraq û herêmî kir û di vê çarçoveyê da Talebanî bi pêwîstî zanî ku zêdetir hevahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê da hebe û hemû pirsgirêkên hilawîstî li gor yasa û destûra Îraqê bên çareser kirin.
Talebanî destxweşî li parlamentoya Îraqê kir ku yasaya budceya giştiya Îraqê ya sala 2019ê pesind kir û di berjewendiya gişt Îraqê da ye.
Serokê parlamentoya Îraqê got ku parlamento lêdixebite hevsengî hebe û mafê hemû pêkhateyên Îraqê li gor yasa û destûr parasî bin.
http://cabinet.gov.krd
Di çarçoveya serdana xwe ya bi Bexdayê Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nurî Malikî serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa, roja 04.02.2019ê civiyan.
Malikî behsa karîgeriya xiyaba serok Mam Celal kir di meydana siyasiya Îraqê da ku hertim hewil dida hemû aliyên Îraqî li dor masekê bicivîne. Nurî Malkî pirsyar kir ka gelo xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistnê di çi qonax dane, li ser vê pirsê Qubad talebanî jê re got ku danûstandinên navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdiatnê berdwam in û di demka nêzîk de hikûmet tê pêkanîn.