Nêçîrvan barzanî Serkowezîrê Herêma Kurdistanê roja sêşem 2018-2-26 pêşwaziya François Hollande Serokê berê Fransayê û dostê gelê Kurdistanê kir.
Li hevdîtinekê bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Hollande bi xuya kirina kêfxweûiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê, kurtiyek serbarê serdana xwe û serdana hin deverên Musilê û beşdarî kirin di re û resma pêşkeş kirina Xelata şehîdê rojnamevan Şîfa Gerdî pêkêş kir.
Hollande behsa serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê li destpêka şere DAIŞê û serdana bere yên şer tevî Serok Barzanî kir.
Herwiha ji bona hembêz vekirin û parastina hijmareka zêde ya koçber û penaberan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan kir û bal kişande ser hemahebgiya navbera civaka navdewletî, Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo dabîn kirina xizmetkarî yên pêwîst ji bo deverên ku tuşê zirarê bûne.
Serokwezîr spasya serdana Hollande û dostîniya wî û alîkarî yên berdewamên Franse ji bo Herêma Kurdistanê li demêm dijwar kir.
Barzanî, rola Franse ji bo nehêştina abloqeya siyasî û dîplomasî ya ser Herêma Kurdistanê giring nirxand û amje bi têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina hin pirsgirêkan kir û piştîvaniya Herêma Kurdistanê ji bo Hikûmeta Adil Ebdulmehdî û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşanda.
Serokwezîr herwiha behsa metirsiya serhildana DAIŞê kir û got hemhangiyeka baş navbera Arteşa Îraqê û Pêşmerge ji bo vedîtina mêkanîzmekê bo berhingar bûna metirsiyan heye.