Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 09.04.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Joey Hood kordînatorê karûbarên balyozcaneya Amerîkayê li Îraqê û Steve Fagoin Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê û şandeya siyasî û diplomasiya bi wan re kir.
Şandeya Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi civîna bi Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên ji pêkhateyên cuda ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bilind nirxand. Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku divê alîkariya wan koçber û penaberên ji pêkhateyên cuda bê kirin ku vegerin ser mal û warên xwe û avadanî û aramî li deverên wan bê dabîn kirin.
Pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û wa xebatên het niha di wê çarçoveyê da haitne kirin, têkeliyên hewlêr û Bexdayê û pêngavên çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan da hene bi rêya diyalog û danûstandina, metirsiya serhildana DAÎŞ li çend deverekan û karê hevbeşê navbera Hewlêr û Bexdayê div î warî da, di civînê da hatin gotûbêj kirin.