Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 04:14 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 31 saliya Enfalan

SUN, 14 APR 2019 21:19 | KRG Cabinet

Peyama Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkefta 31 saliya Enfalan:

Piştî zêdeti ji 30 salan eve em careka din yada qurbaniyan û kesûkarên êrîşa hovaneya Enfalan dikin. Wê êrîşê çi sînor nas nekirin, jin, zelam, zarok, kal û pîr,  giring jinavbirina jiyanê bû li gund, bajarok û bajarên vê parçeya Kurdistanê.

Siyaseta regezperistiya rijêma Bassê li hember miletê me, ji bilî wêrankirin, tirsandin û ferizkirina desthelata hoveneya dewleta Îraqê, jiyana zêdetir ji 180 hezar kesan bi çekê giran, gaza kojek û kîmiyabaran asîmanê Kurdistanê bi dawî anî.

Eme weke miletek divê bi wezîfeya xwe bizanîn ku ne bi tenê yada qurbaniyên Enfalan bikin, lê belê hevkarî timama malbatên wan û avadankirina deverên wan û baştirkirina şertên jiyanê wan di stoyê me daye.

Tevî hemû alozî û dijawariyên siyasî li welêt, sarêjkirina birîna Enfalê û qerebukirina wan, divê karê sereke yê dewletê û hikûmeta Îraqê be, ev berpirsiyariyeka exlaqî û dîrokî ye.

Jibona rêgirîgirtin ji her êrîşeka mîna Enfalan di paşerojê da li dijî gelê me, vêca jêr her dirûşmekê nejadperistî, neteweyî, olî yan îdolojiya siyasî be, çênabe em qurbaniyên Enfalan û malbatên wan jibîr bikin. bila îro û siberojê û hemû rojan wan bi bîr bînin.

Nêçîrvan Barzanî
14.04.2019