Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 14.04.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ebdula Meituq serokê cîbicîkarê Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û şandeya pê ra kir.
Her du aliyan rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û pêdawîstiyên wan gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir alîkarîkirina wan ji aliyê sazî û rêxistinên xêrxwazî û civaka navdewletî ve kir.
Ebdula Meituq behsa civîn û dîdarên xwe yên bi aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û serdana kampên koçber û penaberan kir û got ku Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêt jî hevkarî û alîkariya koçber û penaberan dikin û dê di nawendên navdewletî da pêdawîstîyên Herêma Kurdistanê di vî warî da berçav bikin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarîyên Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêtê kir û got ku Herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariyên civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê heye daku bikaribin baştir xizmeta koçber û penaberan bikin bi taybetî di warê perwerde, xwendin, saxlemî û çareseriyên derunî da heye.
Rewşa mirovî li Mûsilê û arîşe û pirsgirêkên dikevin pêşiya karên rêxistinên xêrxwazî li deverê hatin gotubêj kirin.