Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, Oleg Vlademiroviç, kir û serkeftin jê re xwest.
Serowkezîrê, berheviya Herêma Kurdistanê nîşan da ku têkeliyên xwe bi Rûsyayê re û bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, kareba û tûrîzmê da berfireh bike û ji şandeya mêvan re behsa rewşa pirosesa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.04.2019 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Konsulê nû yê Rûsyayê kir û di civînekê de konsulê nû kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serowkezîr Barzanî ra nîşan da û got ku ew kêfxweşe weke konsulê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi karê xwe dike û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê kir û rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da û pêşwazîkirin û hewndina koçber û penaberan ji pêkahteyên cuda bilind nirxand.