Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 13:20 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: berpirsyarî li hember jîngehê bi dawê nabe

TUE, 16 APR 2019 22:42 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2019-04-16 di rêûresma bîrananîna Roja Jîngehê li hewlêrê peyvek pêşkêş kir.

Serokwezîr xuyakir jûngeh pirseka gelek giring e û xema mazin ya cîhanê ye û xwedi derketin ji jîngehê, erk e, ji ber ku destpêk û pêşeroja mirov e, heya jîngeh paqij be, tirs li ser jiyan û mirovatiyê kêmtir dibe.

Barzanî derbarê sedemên pîsbûna jîngehê jî got: zêde bûna hijmara akinjî yên cîhanê, bi kar anîna enerjiyeka zêde, şer û pevçûn û nebûna şiyariya jînegehê bûne sedemên pîs bûna pîsbûneka tirsnak û ji nav çûna hevsengiya jîngeh û guhertina seqayê , ku zêdebarê hewlên hikûmet û sazî yên navdewletî, bûne metitrsî bo ser zevî, ku çareser kirina wê erkê hevparê cîhanê ye.

Serokwezîr derbarê jîngeha Kurdistanê jî xuya kir ne tenê gelê Kurdistanê, belku jîngeha  wê jî, ji dawiya sedsala 19 bi awayekê rêxistinî heya niha rastê têkdan û ji nav birinê bûye.

Barzanê ji bo vê yekê bal kişande ser pirsêsa Enfalê û kîmyabaranê ku bi hezaran gundên Kurdistanê bi hemû awayekî hatin wêran kirin û bi gaza jehrê û bembeyan hatin jinav birin, hêj bandora xirap a wê li ser jêngehê maye û sedemê dehan nexweşî yên kujer û tirsnak in.

Serokwezîr amaje bi vê yekê jî da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di yekem derefet de, hezaran gundên wêran avedan kir û jiyaneka nû  bi Kurdistanê re bexşî, gelek park çê kiriye û rênmayî ji bo parastina ajel û balindeyan derkiriye û li dawiyê jî biryara daxistina  hin palawtingegehna daye.

Barzanîê ev yeke jî got ku her kes dikare mal û kolan û cihê karê xwe biparêze û divê welatiyên Kurditanê vê yekê bizanin ku fire dana bermahiyan zirar ji bo hewa û henasye mirovan heye ku her bi xwe û zarokên xwe vê hewayê hildimijin. Lewma daxwazê ji Kurdistaniyan dikim ku jîngehê biparêzin û li hemû cihekê paqij bin û Kurdistanê bi mala xwe bizanin û qebûl nekin ku mal wan bihê pîskiirn û kêmtir otombêl û gaz û şewatê bi kar bînin û li her cihekê darek hate qutkirin, du darên din biçînin. Ji ber ku berpisyarî li hember jîngehê qet  bi dawî nebe û berpirsyariyeka mirovê, wijdanî, exlaqî û olî ye.

Serokwezîr herwiha got Herêma Kurdistanê pêwîstî bi stratijiyeka niştimanî ji bona parastiona jîngehê heye, ji bo vê yekê jî xuya kir em hemî rêyekê ji parastina jêngehê wek parek ji hewlên cîhanê dişopînin.

Li dawiyê jê, Serokwezêr Barzanî hêvî xwest ku cîhan bi taybetî welatên mezin di xema jêngehê de bin û rêketin û raspartî yên konferansên navdeweltî yên parastina jîngehê wek Konferansên Stokholm, Berzil, Kioto, Kopenhagen û Parîs  bi cih bihên ku metirsiya pîsbûna jêngehê û guhertina seqayê li ser mirovahiyê kêm bibe û ji bo vê yekê jî kempîna yek hefteyî ji  bo paqij kirina jîngeh û xwezayiya Kurdistanê ragehand û daxwza ji welatî yên Kurdistanê kir  têde pişkdar bin. Her wiha spasiya Desteya Parastina Jêngehê û polîsê Daristna û Pêşmergehên Jîngehê kir û daxwaz kir salana bihên xelatkirin.