Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê roja Sêşem, 2019-04-16 di peyamekê de ser sala ola Êzidiyan (Çarşwmba sor) pîroz dike:
Em ser sala ola Êzidiyan (Çarşwmba sor) li hemû Êzidî yên Kurdistanê û dervey welêt pûroz dikin, bi taybetê yên ku di şerê dijî DAIŞê de xizm û hezkirî yên xwe ji destdane. Em hêvîdarin cejneka xweş û aram derbas bikin.
Îsal cejna Çarşemba Sor di demekê de ye ku bi yekcarî dawî bi terorîstên DAIŞê hatiye û hemû cih û dever ji wan hatine paqij kirin.
Em hêvîdarin ku revandî û winda bûyên me yên Êzidî çarenivîsa wan bihê diyar kirin û aştî û aramî û avedanî ji boi hemû deverên Êzidiyan vegere û tawankarên ku tawan li hember Êzidiyan encamdane, bihên sizadan.
Dubara Cejna Çarşemba Sor li hemyan pîroz be, bi hêviya vê yekê cejn û bîranîn di rewşeka baştir de rêve biçe.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
16/4/2019