Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 21:01 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî pêdagiriyê li ser berfireh kirine têkiliyên tevî Qeterê dike

WED, 17 APR 2019 15:38 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barznaî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşem 2019/04/17 tevî Hisên El-Fezale Berpirsê karê Balyozxaneya Qeterê li Bexdayê civiya.

Serokwezîr Barzanî bi xuyakirina daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyên tevî Qeterê, kurtiyek derbarê kirîzên salên borî û çareser kirina wan bi awayekê serketî xiste berçav, bi taybetî normal bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryardan li ser çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.

Barzanî her wiha behsa pirosêsa siyasî a Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna  kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di gava dawiyê de ye.

El-Fezale, silav û rêzên serokatiya welatê xwe gihande Barzanî û pîrozbahiya serketina hilbijartinên Kurdistanê jê re kir û hêvî xwest kabîneya nû bi zûtirîn dem pêk bihê.

Hee wiha bi pêdagirî li ser berfireh kirina têkiliyên Qeterê tevî Îraq û Herêma Kurdistanê, bal kişande  ser giringiya rola Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina kirîzan û şerê dijî terorê û hembêz kirina hijmareka zêdeya koçber û penaberan.  

El-Fezale behsa serdana şandeyeka bazirganên Qeterê bo herêma Kurdistanê ji bo karê sermaye razandinê kir û Serokwezîr pêşwazî ji vê gavê kir û berhev bûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û hêsankarî ji bo weberanîna Qeterê li Herêma Kurdistanê nîşanda.