Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 14:17 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û Çavuşoglu civiyan

MON, 29 APR 2019 19:00 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja duşem 2019/04/29 pêşwaziya Mewlûd Çavuşoğlu Wezîrê derveyê Tirkiyê kir, ku bi serdanekê gehişitye Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinekê de, Serokwezîr spasiya Tirkiyê kir ku li demên dijwar alîkarî û piştîvaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha dxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfireh kirina têkiliyan tevî tirkiyê û hêsankarî ji bo kar û sermaye razandina sermayedarên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê nîşanda.

Serokwezîr Barzanî û Çavişoglu behsa berfireh kirina têkilî yên Herêma Kurdistanê û Îraqî tevî Tirkiyê, berfireh kirina bazirganiyê, vekirina derî yên din yên sinorî, alîkarî û hemahengî ji bo berhingar bûna gefên terorê, rewşa Kerkûkê û deverên madeya 140 a destûra Îraqê û pêkhatî yên Herêma kurdistanê û Îraqê kirin.

Çavuşoğlu bi xuyakirina kêfxwe]iya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê got wek demên dijwar ku  me Herêma Kurdistanê pişguh nexistine, niha jî  em daxwaza pitir berfireh kirina têkilî yên tevî Îraqê û Herêma Kurdistanê dikin. Kompaniya yên Tirkiyê dikarin li warê avedankirinê, bi taybetî le deberên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne, kar bikim

Wezîrê Derveyê Tirkiyê bi amaje pêdan bi hevdîtinên tevî rayedarên Îraqê li Bexdayê, bal kişande ser giringiya alîkarî û hemahengiya navbera  Îraqê û Tirkiyê li ware pirsgirêka av û rêvebirina dosiye ya avê.

Her di vê civînê de, ku hijmarek berpirsên Herêma Kurdistanê, Balyozê Tirkiyê li Bexdayê û Konsulê vî welatî li Hewlêrê berhev bibûn, behsa rewş û pêşhatên deverê hate kirin.