Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 12:28 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Cîgirê Serokwezîr ber bi Estonyayê bi rê ket

MON, 20 MAY 2019 21:40 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bona beşdarîkirin di konferenseka navdewletî da li ser hukimdariya elektironî bi serokatiya şandeyeka hikûmetê, gehişte Talîn,  paytexta Estonyayê.

Li gor berpirsê ofîsa rojnamvenaiyê yê Cîgirê Serokwezîr, ev konferense pêncemîn konferensa navdewletî ye li ser hukimdariya elektironî  û dê du rojan (21-22 gûlanê) bi beşdariya zêdetir ji 100 welatan berdewam be:

- Konferens taybet e bi hukimdariya elektironî li jêr dûrîşmê (armancên hevbeş û nexşerêyên cuda) dest bi karê xwe bike, ji bilî serokomarê Estonyayê, şandeyên balayên welatan û berprisên navdewletî û cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî amade dibin.

L gor hatiye pilan kirin Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê di panelekê da beşdar be û dê li ser xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê bielektironîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê da  behis bike.

Akademiya Hukimdariya Elektironî li Talîn ew konferens amade kirkiye û Qubad Talebanî li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê weke mêvanê sereke beşdar dibe.