Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji ber wê erheja li bajarên Kurdistanê çûbûy, daxuyaniyek weûand û tê de daxwazê ji karmendên nexweşxane û binehên saxlemiyê dike ji bona hevkaîrkirina hevwelatiyan ji bo ser karên xwe vegerin û di amadebaşiyê de bin.
Teksta saxuyaniyê:
Kurdistaniyên Xweştivî
Mixabin, îşev 12/13.11.2017ê, erdhejekê bajarên Kurdistanê hejandin û bû sedema jiynajidestdan û birîndarbûna çend welatiyan li deverên cuda. Em daxwazê ji karmendên nexweşxane û centerên saxlemîyê û hemû wezaretên peywendîdar bi hevkariya hewelatiyan, vegerin ser karên xwe û ji bona alîkarîkirina welatiyan di amadebaşiyê de bin.
Bi vê minasibetê jî, serokatiya civata wezîran, walî û bepirsên yekîneyên îdarî ji bona derxistina her biryarekê ku, xizmeta hevwelatiyan bike û bi taybetî jî hevkariya birîndaran bike, destvekirî dike.
Em ji Xwedayê mezin hêvîdarîn canê qurbaniyan bi beheştê şad bike û serbir û tehemûlê bi malbatên wan bide. Daxwaza zûçakbûnê ji bo birîndaran û selametiyê ji bo welatiyan dixwaz in.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
12/13.11.2017