Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 20:13 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Yekêtiya Ewropayê û hikûmeta Kurdistanê ji Bexdayê diyalogê dixwaz in

TUE, 14 NOV 2017 01:17 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 13.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ramon Belikwa balyozê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û xanim Klaris Pastorî berpirsa ofîsa Yekêtiya Ewropayê (YE)  ya li Hewlêrê, kir.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû, şandeya YE sersaxî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wan welatiyên di erdheja şeva borî li Herêma Kurdistanê çêbûy, cane xwe ji dest da û berheviya YE ji bo pêşkeşkirina hevkariyan ji bo lêqewmiyên erdhejê nîşan da.

Her du aliyan tekîd kir ku divê civaka navdewletî û Yekêtiya Ewropayê di afirandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bi aramnca çareserkirina tevaya pirsgirêkan li gor destûya Îraqê, rola xwe bilîz in. Şandeya YE li hember wê aramiya li eniya şer di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de heye dilxweşiya xw enîşan da û diyar ku, ji bo diyalogê niha rewşeke minasib heye.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya helwesta balyozê YE li Îraqê kir û dilgiraniya xwe jî li hember reşnivîsa yasaya budceya Îraqê a sala 2018ê nişan de û ji şandeya mêvan re diyar kir ku di wê reşnivîsa yasaya budceyê de gelek ji mafên destûriyên xelkê Herêma Kurdistanê hatine binpê kirin.

Serokwezîr bi pêwîstî zanî ku, civaka navdewletî  alîkariya xelkê herêma Kurdistanê bike daku ji niha û pê de xedir li xelkê Kurdistanê nehê kirin û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê jê,  ji bo hevkarî û hevahengiya ji bona destpêkirian danûstandinan di anvebra Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina tev pirsan nîşan da.