Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 10:14 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Kurdistanê bang li cîhanê kir navbeynkariyê bikin

MON, 20 NOV 2017 23:23 | KRG Cabinet

ÎHikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji civaka navdewletî dike ku ji bo hilweşandina ew cezayên bikom yê hikûmeta Îraqê bi ser gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê de feriz kirine bi lezgînî bikeve tevgerê.

Ew siyaseta cezakirina bikom himbêz dike ku ji aliyê Bexdayê ve li dijî Hewlêrê tê bikaranîn, bi eşkereyî binpêkirina yasa û rêsayên navdewletî ye, di demekê de ku wezîfeya sereke ya hikûmeta Îraqê ji parastina hevwelatiyên Îraqê, tevî koçberan, pêk tê û herwesa pêwîste hikûmeta Îraqê mafê mirov û azadiyên tak û civakê biparêze.

Kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê di pirojeya yasaya budceya sala 2018ê ya Îraqê de, bê şêwirîn digek hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxistina asîmanê Herêma Kurdistanê û tixûbdarkirina geştên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê, beşekin ji wan cezayên bikom yên hikûmeta Îraqê li dijî hevwelatiyan îlena kirine.

Ew ceza bûyne sedema rêgirîkirinê ji gihişatina alîkariyên însanî yên rojane ji bo  zêdetir ji yekmliyonûpêncsedhezar koçber û penaberên li Herêma Kurdstanê hene. Bihatina demsala zivistanê, gelek ji wan koçberan ku, beşek jê ji xûşk û birayên êzidî, kirîstiyan û koçberên vê dawiyê yên Kerkûk, Xromatu û deverên din pêk tên, dê bê alîakrî û mihtaciyên sereke ku ji aliyê rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî  ve û rêxistinên nehikûmiyên navdewletî ve tên pêşkeş kirin, bimînin.

Balfirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji bona dabînkirina pêdawîstiyên mirovî ji bo koçberan û berdestkirina pêdawîstiyên sereke ji bo hevwelatiyan bi giştî, gelek giring in, weke xizmetên saxlemiyê ji bo hevwelatiyan û qurbaniyan û birîndarên şerê dijî DAÎŞê. Tixûbdarkirina mafên geştkirinê dibe sedema ziyangihandin bi aşitî, aramî û pêşkeftinê.

Neteweyên Yekgirtî, Yekêtiya Ewropayê, rêxistinên navdewletiyên Xaca Sor, rêxistinên nehikûmî û endamên din yên civaka navdewletî, beşeke serke ji prosesa gihandina xizmetgozariyên mirovî ji bo wan koberên qesata hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, pêk tînin.

Îmkanên geştkirina bilezîgînî û guhastina amêr û alavan bi zûtirîn dem û kêmtirîn xercî/mesref ji bo pêşkeşkirina ew xizmetên koçberan pêwîstî pê heye gelek giring in. Vê dawiyê cezayên ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatîne feriz kirin bûye sedema rêgiriyê ji gihandina alîkariyên navdewletî ji bo lêqewimiyên erdhejê ku bi pileya 7.3 herêma Kurdistanê hejand.

Dûrpêça asîmanî li dijî geştên asîmanî li ser berjewendiyên meslekdarên biyanî li Herêma Kurdistanê û li ser îmknanên berdewamiya sermayerazandina raserast a navdewletî ku, gelek derfetên karî ji gêncan re peyda dikirin, tesîreke nerênî hebû.
Bêy geştên firûkevaniyên avdewletî ku, ji bona geşkirina aborî û bazirganîyê gelek giring in, pêşbînî tê kirin koça hevwelatiyan ber bi derve serîhilde.

Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku desthilatdarên hikûmeta Îraqê neçar bike ku, bê şert ew dûrpêça li dijî Herêma Kurdistanê ragehnadî hilweşîne, dinav de hilweşandina dûrpêça li ser her du balefirxanyên navdewletî yên Erbîl û Silêmaniyê. Em xebatên civaka navdewletî bi giring dizanin ku ji bona hilweşandina dûrpêça asîmaî û ew cezayên bikom yên hikûmeta Îraqê bi ser Herêma Kurdistanê de ferizkirine hilgirin. Daku em bikaribin xwe ji rekasyonên nerênî li ser xizmetên însanî; ware saxlemiyê, perwerde û xandinê, asayîşa xwarnê, asayîşa hevwelatiyan û warên din yên kar û dahatniyê li Herêma Kurdistanê, dûr bixin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
20.11.2017