Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 02:41 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Kurdistanê digel sê aliyên kurdistanî civiya û tekîd li ser yekrêziya kurdan kir

TUE, 21 NOV 2017 22:03 | KRG Cabinet

Seredana Tevgera Goran

Şandeyeke balaya hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Tevgera Goran, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistan û Partiya Sosyaldemokrata Kurdistanê civiyan  û di ciînan de, ji bona derbaskirina vê qonaxê tekîd li ser giringiya yekrêzîya navxweyîya Kurdistanê û ji bona çareserkirina pirgirêkên bi Bexdayê re jî tekîd li ser danûstanidnên cidî li ser bingeha destûrê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistan hevrê digel Ebdulstar Mecîd wezîrê çandiniyê û Mewlûd Bawemurad wzîrê herêmê ji bo karûbarên parlamnetoyê, roja 21.11.2017ê serdana bajarê Silêmaniyê kir û digel hjijmarek aliyên siyasiyên Kurdistanê civiyan.

Şandeya balaya hikûmetê, destpêkê serdana Girê Zergete, baregayê sereke yê Tevgera Goranê kir û ji aliyê Omerê Seyd Elî koordînatorê Goranê û berpirsên wê tevgerê ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de pêşhatên siyasî, rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa hikûmeta Herêma Kurdistanê û kirîza êkonomî gotûbj kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bona parastina berjewendiyên giştî divê hûrmet ji prensîpên giştî re bê girtin. Tevgera Goranê çend pêşnyar dane şandeya hikûmeta Kurdistanê û ji bona zêdetir nirxandin û gotûbêjkirina wan pêniyaran biryar hat dan civînên zêdetir bên kirin.

Serowkezîr ji tevgera Goran re got ku mana kabîneya hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya wê demê de ye yaku parlamentoya Kurdistanê jê re dirêj kirî û pêwîste hemû alî piştgiriya hikûmetê bikin daku bi awayekî serkeftî ji vê kirîza tê de ye derbas bibe û di paşerojeke nêzîk de hilbijartin bên kirin.

Civîna digel serokatiya YNKê

Şandeya hikûmetê, piştî civîna bi Tevgera Goran re, serdana Debaşan, baregayê sereke yê YNKê kir û ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela bextiya û hijmareke endamên seroaktiya YNKê ve hatin pêşwzî kirin û di civînekê de rewşa Herêma Kurdistanê, civînên hikûmetê digel aliyên siyasî, rewşa meydan/rewş li bereyên şer, pêdagiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina diyaloga cidî bi Bexdayê re û çaresrkirina hemû pirsgirêkan li gor destûra Îraqê û amadekarî j bo encamdana hilbijartinan hatin gotûbêj kirin.

Civîna digel Partiya Sosyademokata Kurdistanê

Şandeya balaya hikûmeta Kurdisanê, piştî civîna bi YNKê re, serdana baregayê Partiya Sosyaldemokrata Kurdistanê kir û ji aliyê Mihemedî Hacî Mehmûd sekreter û hijmarek serkirdeyên wê partiyê ve hatin pêşwazî kirin, paşî di civînekê de rewşa Kudistanê û herêmî, piştgiriya navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê hat behis kirin û tekîd li ser yekrêzî û piştgiriya aliyên siyasiyên Kurdistanê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û danûstandinên cidî digel Bexdayê li gor destûra Îraqê hat kirin.