Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 09:36 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Helwestên aliyên siyasî û hikûmetê jihev nêzîk in

TUE, 21 NOV 2017 22:52 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî serdana bajarê Silêmnaiyê û civîna bi Tevgera Goran, Yekêtya Niştimaniya Kurdistan û Partiya Sosyaldemokrata Kurdistanê re, di preskonferensekê de behsa armanca serdan û civînên bi aliyên siyasî re kir û di bersiva pirsan de çend mijarên giring zelal kirin.

Serokwezîr got ku armanc ji van serdan û civînan nirxandina rewşa niha Herêma Kurdistanê tê de ye û ji bo çareserkirina vê rewşa heye pêdviye çi gav bên avêtin û çi bê kirin? Di civîna bi tevgera Goran, Goran çend pêşniyar pêşkeş kirine û hikûmet jî dê wan pêşniyaran lêkolîn bike û di civînên bên de biryar bide.

Di bersiva pirsekê de ku serokwezîr di preskonferekseke xwe de gotibû pêşmerge bi xwesteke xwe ji hindek deveran paşdevkişaye, Nêçîrvan Barzanî got:

- Dema min behsa wê yekê kir ku pêşmerge ji hindek deveran bi xwesteke xwe paşdekişaye, min behsa Kerkûk nekiirye, rewşa Kerkûk zelal û eşkereye ka çi hat kirin? Bi çi awayî bû? Hemû alî agadar in û dizan in pêwîst nake ez careke din vê pirsê vekim û behis bikim. Niha tême ser wê pirsê ka bi diyarkirî min behsa kuderê kiriye; hêzên Îraqê daxwaz ji me kir ji devera Bendava Mûsil vekişin, me jî jê re got: Başe ne pirobleme, li devera Rebiye bi eynî awayî me got ne mişkîleye em vekişan, lê pişt re em têgihiştin ku ji her dera em vekişin ew, hikûmeta Îraqê, daxwaza zêdetir dikin, ji ber hindê me biryar da ji bo vê meselê tixûbek deynîn ku çênabe ew zêdetir pêşve bên, mexseda min ev deverne bûn.

Civînên bi aliyên siyasî re

- Civînên me yên îro bi aliyên siyasî re ji bo nirxandina rewşa îro Herêma Kurdistanê tê de ye bû. Du dîtin ji bo rewşa Herêma Kurdistanê hene; Yekem: Hikûmeteke demkî bê avakirin, Duyem: Em lêbixebitin bi zûtirîn dem hilbijartin bên encam dan. Em dê digel hemû aliyên siyasî gotûbêjan bikin da bizanîn baştirîn rêya çareseriyê ji bo rewşa heye çiye û pişt re em weke hikûmeta herêma Kurdistanê biryarê li ser didin. Em dê serdana hemû aliyên siyasî bikin û paşî encamên serdananên xwe ji xelkê Kurdistanê re îlan bikin.

- Di dîtinan de lêknêzîkbûn heye û em hest pê dikin ku ew aliyên me serdana wan heta niha kirî weke me hizir dikin. Li ser du-sê pirensîpên giring em hemû wek hev hizir dikin, Yekem: Hemû dijî duîdareyîyê ne. Duyem: Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan digel Bexdayê bike. Sêyem: Çênabe tu alî bi tena serê xwe digel tu aliyan danûstandin bike. Ev hemû pirensîp ji bo Herêma Kurdistanê giring in û hemû aliyên siyasî li ser hevdeng in.