Bi amadebûn Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, roja 05.12.2017ê li avahiya civata wezîran li Hewlêrê, Heval Ebobekir weke waliyê Silêmaniyê sûnda yasayî xwar.
Piştî merasima sûndxwarinê, serokwezîr pîrozbahî li waliyê nû yê Silêmaniyê kir, hivî xwest di kar û çalakiyên xwe de serkeftî be û got ku, ji bona ku waliyê nû di bicîkirina erkên xwe û xizmetkirina welatiyan de serkeftî be, hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengî û hevkariyê pê re bike:
- Bi hev re, em li serokatiya civata wezîran û hûn jî li dîwana walîtiya Silêmaniyê, weke yek tîm dikarin bi baştirîn awayî erkên xwe bi cî bikin û xizmeteke baş bi welatiyan pêşkeş bikin.
Qubad Talebanî cîgirê serowkezîr jî pîrozbahî li waliyê nû yê Silêmaniyê kir û serkeftin jê re xwest.
Heval Ebobekir, waliyê nû yê Silêmaniyê, sipasiya hikûmetê kir ku bawrî pê da û tekîd kir ku bi hemû şiyanên xwe ew dê xizmeta welatiyên wîlayeta Silêmaniyê bike û digel hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar be ku bi baştirîn awayî erkên xwe bi cî bike.