Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 12:39 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Parlamento û hikûmet li ser rewşa darayî civiyan

WED, 13 DEC 2017 22:25 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel cîgirê xwe Qubad Talebanî hevrê digel şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 13.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, serdana parlamentoya Kurdistanê kir û digel Cefer Îmînkî cîgirê sertokê Parlamentoyê û Bêgerd Talebanî sekretera Parlamentoyê civiyan.

Di civînê de ku, komîteya samanên xwezayî pîşesazî û enerjiyê, komîteya karûbarên darayî û berhemanînê û komîteya karûbarên yasayî yên parlamentoya Kurdistanê amadebûn, çewaniya seredarîkirin digel rewşa êkonomî di sala 2018ê de, piştbestin bi hikûmeta Îraqê yan bi dahatiniyê Herêma Kurdistanê, rêjeya diyarkirî ji bo Herêma Kurdistanê di pirojayasaya budceya Îraqa federal de, dahatinî û behemanîna neftê, mekanîzma dana qerzxan, berhingarbûna gendeliyê, prosesa çaksaziyê û zêdetir şefafî di warê dahatiniyê giştî û bi taybetî dahatiniyê neft û gaze de, amadekirina mekanîzmeke pêwîst ji bo destbikarbûna Sindoqa Kurdistanê ji bo dahatniyên neftê û rêxistina tekoşîna jibona tesbîtkirina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê minaqeşe hat kirin.

Her du aliyan, ji bona derbaskirina rewşa heye, tekîd li hevkarî û hevahengiya navbera hikûmet û parlamentoya Kurdistanê kir û hevfikir bûn ku dabînkirina miaş ji karên pêşîneyên hikûmet û parlamentoyê be û çakzasî bi pêwîst û giring zanî, bi taybetî di sektora wezîfeyên giştî, miaş û xanenişîniyê de û ji bona vê yekê li hev kir ku projeyasayekî hevbeş yê çaksaziyê bi parlamentoyê bidin.

Di civînê de biryar hat dan ku, her sê komîteyên parlamentoya Kurdistanê ku, nave wna li jore serdana komîteyên hevpîşeyên xwe li parlamrntoya Îraqa Federal bikin daku bi hev re lêbixebitin budeceya giştiya Îraqê a sala 2018ê ku pişka Herêma Kurdistanê tê de kêmkiriye, li parlamnretoya Îraqê derbas nebe. Biryar hat dan ku, komîteyeke hevahengiyê di navbera hikûmet û parlamentyê de bê pêkanîn daku zaniyariyan li hev biguhein, kêmasiyan desnîşan bikin û çareseriyên minasin jê re peyda bikin.