Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 05:14 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Kurdistanê digel aliyên kirîstiyanên Kurdistanê civiya

WED, 13 DEC 2017 22:56 | KRG Cabinet

Şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan  Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 13.12.2017ê li taxê Eynkawayê li bajarê Hewlêrê, digel aliyên siyasiyên kildan, siryan, aşûrî û ermen yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de, parastina mafên hemû pêkhateyan wekhev, hikûmeta Herêma Kurdistanî cidîtir li ser dabînkirin û bergirîkirin ji wan mafan li gor yasa û destûrê û hebûna kesên ji wan pêkhateyan di warên cuda de, hatin gotûbêj kirin. 

Beşdarên civînê dilgiraniya xwe li hember ew reşwa li Deşta Neynewa heye nîşan da û daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku hêzên leşkerî û emnî li wê deverê kêm bike û hiûmeta Herêma Kurdistanê jî  ji bo parastina emniyeta wê deverê gavan pavêje.

Nêçîrvan Barzanî got ku ew pêkhateyên li Herêma Kurdiatanê nekêmnetewene, lê ew pêkhateyên resen in û reh û rîşalên dîroka wan li vî welatî ye, divê hemû mafên wan bi yasa bên dabînkirin û di hemû waran de hest bi hebûna xwe bikin û daxwaz, gilî û gazindeyên wan bi rewa zanî û got ku ew dê daxwazî û giliyên wan bişopîne û lêkolîn bike.

Serokwezîr behsa aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê kir û got ku ji ber wê aramî û asayîşa li vir heye pêkhateyên cuda ji deverên cudayên Îraqê ji bo parastina xwe hatine herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, tevî rewş xerapa êkonomî, di alîkarîkirina wan de kêmasî nekiriye.

Barzanî daxwaz ji aliyên kirîstiyan kir yekêtî û yekrêziya xwe biparêz in û bi wê yekrêzî û yekêtiyê dê bikaribin civaka xwe zêdetir ber bi pêş bibin û tesîra wê dê li ser pêşkeftin û serkeftina civaka Kurdistanê jî, bi awayekî giştî, bibe.

Çend pirsên girêdayî rewşa îdarî, siyasî û emniya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin.