Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 00:55 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Balyozê nû yê Îtalyayê serdana serokwezîr dike

WED, 13 DEC 2017 23:26 | KRG Cabinet

Bruno Antonio Pasquino balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê û Sirina Moroni kosula giştiya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, roja 13.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Balyozê nû yê Îtalyayê hêvî xwest ku têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de zêdetir pêş bikevin û got ku, divê çarçoveyê de ew amadeye hevkariyê bike. Wî biqedir û hûrmet ve behsa pêşmerge û xelkê Kurdstanê kir û got ku tevî ku ew rastî rewşeke dijwar hatinê, lê pêşkeftin berdewam in.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Bruno Antonio Pasquino weke balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û ji bo hevkarî û alîkariya pê re, berheviya xwe nîşan da. Barzanî kar û xebatên balyozê berê û konsula giştiya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Serokwezîr asta têkeliyên navbera Îtalya û Kurdistanê bilind nirxand û got ku, Herêma Kurdistanê dixwaze wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û aborî de, zêdetir pêş bixe.  Serokwezîr hêvî xwest ku rewşa herêmê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî ber bi arambûnê biçe û sermayedarên îtalyayî bikaribin li Îraq û Herêma Kurdistanê sermayerazandinê bikin.

Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê miajreke din ya civînê bû.