Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 14:48 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Pîrozkirina roja Alaya Kurdistanê ji aliyê civata wezîran ve

SUN, 17 DEC 2017 23:57 | KRG Cabinet

Bi minasibeta roja Alaya Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê her sal di roja 17ê çileya pêşîn de tê pîroz kirin, bi amadebûna malbata şehîd Sabîr Kakereş û Kerîm Şingalî wezîrê Navxwe, civata wezîrên herêma Kurdistanê di merasimeke bijarte de roja Aalaya Kurdistanê pîroz kir.

Di merasimê de ku, hijmareke berpirsên hikûmetê amadebûn, piştî deqîqeyekê rêzgirtina li şehîdan û bilndkirina alaya Kurdistanê ji aliyê malbata şehîd Sabîr Kakereş ve, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe peyva hikûmetê pêşkeş kir.
Şingalî di peyva xwe de, bi minasibeta roja Alaya Kurdistanê, li ser navê serokatiya civata wezîran pîrozbahiyeke gerim li tevaya xelkê Kurdistnê, pêşmergeyê mêrxas, hêzên asayîş û bi taybetî li malbatên şehîdan kir û got:

1- Alaya Kurdistanê dîrokek kûr heye, yekemîn car di dîroka kurdî de, pêşewa Qazî Mihemed ew ala bi fermî di dema ragehandina Komara Kurdistanê li meydana Çarçira li bajarê Mihabadê di roja 22ê çileya pêşîna sala 1946 bi amadebûna cemawerekî mezin bilind kir bû.

Piştî serhildana sala 1991ê û avakirina parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlamentoya Kurdistanê bi awayekî fermî ev alaya niha heye bi fermî bi alaya Kurdistanê naskir û roja 11.11.1991ê roja 17ê çileya pêşîn weke roja Alaya Kudisanê hat destnîşan kir û hemû salan di vê rojê de roja Alaya Kurdistanê ku sembola neteweyî û nîşana hebûna neteweyekî li ser axa xweye, tê pîroz kirin.

- Ji bona parastin û bilindragirtina alaya Kurdistanê bi sedan hezaran ji kurên mêrxasên gelê kurd cane xwe bext kiriye.  Erkek neteweyî û pîroze li ser me hemûyan ku hertim alaya Kurdistanê bilind û bi rûmet rabigirîn mana û dîroka tijî tekoşîna gelê me fêrî nifşê nû bikin û bi pîroziya wê alayê aşna bikin.

Wezîrê navxwe bi vê minasibetê silavan ji hemû şehîdan yên ku canê xwe kir qurban û bi girnijîn ve ber bi mirinê û sêdarê çûn ji bona bilindragirtina rûmeta alaya Kurdistanê dinêre û hêvî xwest ku roja Alaya Kurdistanê hemû aliyan kom bike û bi hev re bi yekgirtî li hember gef û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê liberxwe bidin û rûbirûyê wê kirîza li Herêma Kurdistanê heye bibin.

Kerîm Şingalî di peyab xwe de careke din tekîd li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze bi diyalogê hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê çareser bike ku, aşitî, pêkvejiyan û hevbeşîya rasteqîne di hukimdariyê de di navbera hemû gelên Îraqê de misoger bike û got ku, dîrokê îspat kiriye ku pirsgirêk bi hêz û metodên leşkerî çareser nabin, lê ew pirsgirêk kûrtir dibin û ti alî têde serkaftî anbin û dê zirarê bigehîne hemû gelên Îraqê. Gelê Kurdistanê gelekî aştîxwaze û destê aşitiyî ji bo hemû gelên Îraqê dirêj dike û amadeye hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û dûr ji zimanê hêz û xweferizkirinê çareser bike.