Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 12:42 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Îraqê dide

WED, 10 JAN 2018 23:50 | KRG Cabinet

Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal roja sêşem 09.01.2018 di pres konferensa xwe ya heftiyane de çend zaniyariyên na rast li ser Herêma Kurdistanê ji mediyayê re gotin.

Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja çarşemiyê 10.01.2018 li duxaniyekê ji bo Malpera hikûmetê bersiva gotinên Ebadî da.

Dizeyî dibêje: Daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê bûye modeleke heftiyanee û bi berdewamî gotinên berê dubare dike û ev yek me nagehîne çi encamekê. Eger Hikûmeta Îraqê bi rastî niyeta çareserkirina pirsgirêkan heye.e bila bihêt digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê  bi awayekî cidç diyalogê bike û li gor destûrê pirsgirêkan çareser bikin û bigihin encamekê ku di berjewendiya hemû Îraq û Herêma Kurdistanê de be. Em hêvîdar in êdî ji qonaxa daxuayniyên rojnamevanî û gotinan derbas bibin û gavên piraktîkî pavêjin.

Dizeyî dibêje: Ji wê roja Birêz Ebadî behsa hinartina mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê dike, heta niha di warê piraktîkê de ji gotinan zêdetir, tiştek jê berhem nehatiye.

Ya ku niha Hikûmeta Îraqê li hember hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dike, ji bilî cezakirina bikom ya gelê Kurdistanê, tiştek din nine û tu nav û pênaseka din hilnagire. Hevwelatiyên Kurdistanê baş li wê rastiyê têgihiştine  û wisa lê hatiye ku berî birêz Ebadî di preskonferensê de biaxive, dizain dê çi bêje, ji ber ku eynî peyv û eynê hevokan dubar dike û tiştek nû tune.

Dizeyî di bersiva xwe de dibêje ku ew jimareyên serokwezîrê Îraqê li ser hinartin û dahatiniya nefta Kurdistanê behis dike bi timamî ji rastiyê dûr in:

- Ew jimareyên Birêz Ebadî li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê û dahatiniya wê radigehîne, bi timamî jimare û zaniyariyên şaş in û piştî çend rojên din dema kompaniya cîhanî Deloitte rapora xwe ya hûrbînîyê diweşîne, jimareyên rast û dirust diweşîne û ew rastî dê zelal bibe ku birêz Ebadî di daxuyaniyênxwe de pişt bi zaniyariyên nerast bestiye. Tevî vê jî, berê me bi jimare bersiva gotinên Ebadî daye û êdî pêwîst nake zîdetir li ser biaxivin.