Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 09:03 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Kurdistan û Kuwêt têkeliyên xwe di hemû waran de berfirehtir dikin

SUN, 18 FEB 2018 02:50 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya beşdarîkirin di konferensa Asayîşa Munchen de roja 17.02.2018, digel Şêx Xalid Alcerah Alsebah Cîgirê Serokwezîr û wezîrê navxwe yê Kuwêtê civiya û Barzanî sipasiya Kuwêtê kir ku şandeya Herêma Kurdistanê ji bo beşdariyê di konferensa jinûveavadankirina Îraqê de bikin vexwand.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên Herêma Kurdistan û Kwêtê kir û rola konsulxaneya Kuwêtê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Kuwêtê berfireh bike û derfetên kar ji bo berhemanînê di warên çandinî, tûrîzm, pîşesazî ji bo şirket û kompaniyên kwêtî biafirîn e.

Serokwezîrê ji şandeya Kuwêtê re behsa pirosesa diyaloga navebra Hewlêr û Bexdayê, pabendbûna Herêma Kurdistanê bi çareserkirina hemû pirgirêkan bi hikûmeta Îraqa Federal re li ser bingeha destûra Îraqê, rewşa asayîş û aramiyê  li deverê, ew hijamra zêde ya koçber û penaberên li Herêma Kurdiatnê hatîne hewandin û giringiya aramî û îstîqrara deverê û afrandina derfetên kar ji bo koçber û penaberên ji bo ser mal û milkên xwe vedigerin, kir.

Her du aliya behsa têkşikandina DAÎŞê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku ji bona berhingarbûna hizira DAÎŞê divê di ware siyasî, aborî û civakî jî de xebat berdewam bin.

Pirosesa siyasî û hilbijartinên bên Îraq û HerêmaKurdistanê mijarên din yên civînê bûn.

Di civînê de, Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Têkeliyên Derve  û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê amade bûn.