Niha dema wê yekê ye ku çalakvanên gund û bajaran bi hev re jiyana jinan ber bi paşerojeke geştir biguher in.
Meha Adarê meha fedekarî û serhildana ye. Roja jinan ya cîhanî ji bo jinan li Kurdistanê gelek taybetî ye, ji berku ji aliyekê ve meha Adarê meha bîranînên xemgîn û nexweş e, ji aliyek din meha serhildan û rizgariya gelê Kurdistanê ji bin destê diktatoriyê ye, ji aliyek din jî ve yadeke emzin ya cîhanî dike ku taybete bi terkoşîn, fedekarî û xebata medenî bi dirêjahiya qonaxên dîrokê ji bona bidestveanîna mafên siyasî, êkonomî, medenî, yasayî û civakî, xebat jê re kiriye. Ji ber vê yekê ev bîranîn berhema xebat û renca bi sedan sala ya jinên rixgarîxwaz ji tev pêkhate û neteweyên cîhanê ji bona nehêlana hemû cur û awayên feriq û cudahî û tepeserkirinê ye. Jinên cîhanê bi giştî û yên Kurdistanê bi taybetî, ji ber xebat, tekoşîn û federariya wan ew hêjayî hûrmetgirtin û xweşewîstiyê ne.
Ji ber vê yekê em dibêj in: Niha dema wê ye ku jin û mêr bi hev re ji bona pêşvebirina civakê li ser bingeha nehêlana feriqûcudahiyê û berhingarbûna tundûtûjiyê kar bikin, ji bona valakirina Kurdistanê ji tev kiryar û reaksyonê neqebûlkirî ji aliyê civakê ve bi hemû awayan, gavan pavêj in.
Cejina we pîroz be jinên tekoşer û fedakarên Kurdistanê. Em bejina xwe li hember şehîdan, malbatên serbilindên şehîdan, jinên qurbaniyên destê rijêman û grûpa terorîstiya DAÎŞ û yên weke wê û qurbaniyên destê şidetê, dicemîn in.
Serxwebûn û azadî ji bo jinan li Kurdistanê
Ji hemû deman zêdetir Kurdistanê pêwîstî bi destê karî yê jinên gund û bajaran ji bona derbasbûn ji kirîz û astengiyên rastî Kurdistanîê hatine, heye. Ango niha dema wê yekê ye ku; bikaranîna şiyan û îmkanên jinan êdî bikeve di warê piraktîkê de, ew hêz û şinanên nivistî li cem jinên gund û bajaran bihên jiyandin û Kurdistan ji wan şiyan û îmkanan mifadar be û bibe beşek ji çareseriyê û hêz û şiyanên wan ji civakê re bên nîşandan da zêdetir ji bo xwe, hevpîşe, xêzan û saziyan jî, zêdetir baweriyê misoger bikin.
Jinan çavê xwe berdaye ser paşerojê da ku di pirosesa geşkirin û pêşxistina Kurdistanê de roleke serekî hebe, weke ka çawa li ser dema şoreş û serhildanan roleke giring hebû, herwesa baweriya me wisaye ku beşdariya rasteqîne ya jinan di pirosesa pêşxistin û zêdetir beşdariya jinan di teknolojiya zaniyariyan de, garantîya serkeftin û pêşxistina Kurdistanê zêdetir dike.
Jin û mêrên çalak û hişiyar, bi karên bi hev re, dikarin Kurdistanê pêş bixin. Pêwîste ji jinên gund û bajaran re derfetên zêdetir di warê kargêrî de bihên dan û ji bo karê wan jîngeheke saxlem li bazara Herêma Kurdistanê jê re bê afirandin daku bikaribin di zêdekirina berhem de rola xwe ya bi bandor bilîze û berhemên navxweyî geştir bike, bi tyabet ji bo her jinekê cî û karekî hêja/şayîste jê re bê berdest kirin. Ango ji bona ku ev armanc bi cî bê pêwîstiya jinan bi parastina civakî û gavavêtin ber bi asoyeke rontir ku xwe di paşeroja Kurdistaneke pêşkeftî de dbîne, heye.
Karkirin ji bo vê peyamê berpirsiyariyeke pir alî ye, hem di warê babetî û hem jî di warê piraktîkî de ku niha ji hemû deman zêdetir wext e. Di heman demê de mafê jinên koçber û penaber di warê karkirin û bikaranîna şiyanên wan yek ji wan rêyan e ku mafên wan yê şayîste bidest bên û di hemna demê de dê wan ji bo jiyaneke cuda ji ay heye bibe, bi vê yekê jî canê bawerîbixwehebûnê û wekheviya rasteqîne di erk û mafan de jê re tê berdest kirin, di warê derunî û civakî jî de bandoreke erênî dirust dike û parastina civakê û seqamgîrî/îstîqrara aştiya civakî bi xwe re tine.
Da bi hev re vê berpirsiyariyê li ser xwe bigirîn û Kurdistanê ji bo qonaxeke geştir vegihêzîn.
Serkeftî be îradeya jinên xweragir û fedekar
Bi hev re mafên xwe yên zeftkirî bi dest tînîn û bi aşitî û azadî ber bi Kurdistaneke geşitr jinûve jiyana xwe rêkdixîn.
Civata Bilinda Karûbarên Xaniman
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hewlêr 08.03.2018